Çeteyên dewleta Tirk li kantona Girê Spî ya dagirkirî ciwanek revand û milkên wî dizîn.
Li gor ANHAY’yê çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê Mihemed El Ocan ji mala wî revandin .
Mihemed li taxa Minbetêh a rojavayê kantonê dima.
Çeteyan ji wî ciwanî 7 hezar dolar, erebeya wî, telefona wî û ya hevjîna wî dizîn.
Li gorî heman çavkanî, çeteyan ciwan sewqî nava ʹpolîsên leşkerîʹ kir.