Ewropa…Heta niha li gelek welatan bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye

Welatên li rojavayî Ewropayê, bêhtirî 2 hefteyan e bi pêleke herî xurt a germahiyê re rûbirû ne.
Taybet li Spanya, Yûnanistan û Fransayê, pileya germahiyê pir zêde ye.
Ev germbûna zêde jî bûye sedem li gelek welatan bi sedan mirov jiyana xwe ji dest bidin û bi sedhezaran hektar daristan bişewitin.

Bêhtirî du hefteyan e li gelek welatên rojavayî Ewropayê, ji ber germbûna zêde, şewat bi daristanan ketiye.

Ji wan, Spanya, Yûnanistan, Portugal, Îtalya û Fransa ne.

Li van deveran ji ber bilindbûna pileya germahiyê, ziyanên mezin çêbûne.

Bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest daye,

Bi sedhezaran hektar erd heta niha şewitî ne,

Û li gelek deveran xelk ji malên xwe derketine û derbider bûne.

Şewata daristanan pêşî li Spanyayê derket.

Taybet li Tenerife ku ji giravên Kenarî yên herî mezin e.

Paşê şewat gihişt gelek deverên din ên Spanya û li vir rewşa hewayê jî bandoreke neyînî di belavbûna şewatê de kir.

Heta niha tevî gelek ziyanan, bêhtirî 500 kesî li vî welatî jiyana xwe ji dest daye.

Li Yûnanistanê jî rewş bi heman rengî ye.

Li wir jî ji ber şewata li daristanên çiyayî, geştyar û şêniyên deverê hatin derxistin û gelek mal jî şewitîn.

Ne tenê îsal, li vî welatî par jî pêla germahiyê, 103 hezar hektar daristan şewitandin û 3 kes kirin qurban.

Lê kareset û şewata daristanan a herî mezin sala 2018 bû.

Hingî li Yûnanistanê 102 kesan jiyana xwe ji dest da.

Rewşa Fransa jî di vî alî de û ji ber pileya germahiyê ya zêde ne kêmî ya Spanya û Yûnanistanê bû.

Heta niha bi sedan ji ber vê pêla germbûnê jiyana xwe ji dest daye û bi dehhezaran kes jî derbider bûne.

Pileya germahiyê, li gorî zanyaran, cara yekem e li welatên Ewropayê ewqasî bilind dibe û digihêje zêdeyî 40’î û dibe sedema ziyaneke wiha mezin.

Back to top button