HDP: Em spasiya milyonan kesan dikin ku xwedî li ruhê Newroza 2013’an derketin

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî Newroza 2022’yan a bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” peyam dan û spasiya bi mîlyonan kesên ku beşdarî pîrozbahiyan bûn, kirin.

Hevserokên HDP’ê di peyama xwe de gotin,

“Ji Geverê heta Çanakkaleyê, ji Wanê heta Stenbolê, ji Amedê heta Îzmîrê, ji Îdirê heta Denîzliyê, ji Cizîrê heta Çûkûrovayê em spasiya gelê xwe dikin ku seranserê welêt bi agirê Newrozê germ kirin.

Spasiya jinan dikin ku ji 8’ê Adarê ve li qadan li ber xwe didin.

Spasiya ciwanan dikin ku bi biryardariyeke mezin xwedî li paşerojê derdikevin.

Ji 7 salî heta 70 salî spasiya berxwedêran dikin.

Em spasiya milyonan kesên ku li ruhê Newroza 2013’an derketin, dikin.”

HDP’ê dawî carek din Newrozê li gel pîroz kir û got:

“Em ji her demê bêhtir bi hêvî, coş û bi biryar in”

Back to top button