Şandeyek ji Rojavayê Kurdistanê li paytexta Fransa Parîsê ye. Şande ji Berdevkên YPG û YPJ’ê Nûrî Mahmud û Nesrîn Ebdullah pêk tê. Şande Beşdarî Resepsyona Newrozê ya Parisê bûn, Newroz pîroz kirin û xwestin ku rêveberiya xweser were naskirin.
Berdevka YPJ’ê û Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ji bo hin hevdîtinan bikin, li paytexta Fransa Parîsê ne…
Nesrîn Ebdullah û Nurî Mehmûd li Parîsê, tevlî resepsiyona Newrozê ya Civaka Demokratîk a Kurdên Fransayê bûn.
Li vir, gelek kes ji cîhana siyasî û rewşenbiriyê ya Fransayê jî beşdarî resepsiyonê bûn…
Berdevkê CDK-F’ê Egîd Polat destpêkê axivî û qale girîngiya Newrozê û wateya wê kir..
Paşê, herdû Berdevkên YPJ’ê û YPG’ê axivin, Newroz pîroz kirin û balkişandin ser şoreşa Rojavayê Kurdstanê û bakur û rojhilatê Sûriyê.
Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah ji ber pêşwaziya germ, spasiya serokkomarê Fransayê jî kir û daxwaza naskirina rêveberiya xweser anî ziman…
Nûrî Mehmûd jî Newroza beşdaran pîroz kir û silavên şervanên YPG û YPJ’ê ragihand.
Mehmûd girîngiya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê destnîşan kir û anî ziman ku ew ê di hevdîtinên li Parîsê de,daxwaza naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin…
Piştî axaftinan, bernameya resepsiyonê ya Newroza CDK-F bi stranan dewam kir…