​​​​​​​Ciwanên Tebqayê: Em bi hev re li hember êrişên dewleta Tirk ên hovane bisekinin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî û çalakkirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqa Diyaudîn El Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk di êrişên xwe de tevahî cureyên balafirên bêmirov ên biçek bi kar tîne û gefan li ewlehî û gelên herêmê dixwe.

Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk êrişên bi çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di encamê de 11 gerîlayên HPG`ê şehîd bûn, didomîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan wê tola hevalên xwe hilînin, ji bo ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were wê bibin bendeke asê li hember dewleta Tirk a dagirker.

Back to top button