HPG: 25’ê Nîsanê li Serhedê di encama şer de 2 hevreyên me şehid bûn

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên ku li Serhedê di şer de şehîd bûne eşkere kir. HPG’ê bi bîr xist tevî ku hêzên wan di pozîsyona bêçalakiyê de ne jî, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi rêya artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe didomîne û got: “Em sozê didin ku em ê xeyala wan a Rêbertiya azad û Kurdistana azad pêk bînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê bi bîr xist tevî ku hêzên wan di pozîsyona bêçalakiyê de ne jî, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi rêya artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe didomîne.

Di daxuyaniyê de HPG’ê eşkerekir ku 2 hevreyên wan li Serhedê di şer de şehîd bûne û ev agahî dan:

“Di 25’ê Nîsana 2023’an de li bejahiya navçeya Ebexê ya Wanê dema 2 hevalên me li ser peywira xwe bûn, artêşa Tirk êrîşî hevalên me kiriye.

Hevrêyên me Ekîn û Rosîda li hemberî dijmin xwe parastine, di vir de şer çêbûye û her du hevalên me heta nefesa xwe ya dawîn bi fedaî şer kirine û piştre şehîd bûne.

Hevrêyên me, milîtanên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Jinê, weke milîtanên Apoyî yên mînak di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet girtine.”

Di dewamê de HPG’ê soza ji bo pêkanîna xeyala şehîdan a Rêbertiya azad û Kurdistana azad da û got: “Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Ekîn û Rosîda, ji gelê welatparêz ê Serhedê û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Nasnav: Ekîn Rizgar Malazgîrt
Nav û paşnav: Nûran Altûnmakas
Cihê jidayikbûnê: Îzmîr
Navê Dê:  Fatma
Navê Bav: Mehmet Şîrîn
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2023’an / Serhed

Nasnav: Rosîda Bawer
Nav û paşnav: Belgîn Guven
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dê: Halîde
Navê Bav: Orhan
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2023’an / Serhed

Back to top button