1’ê Gulanê Roja Kedkaran a cîhanê li Kobanê hat pîrozkirin

Bi dirûma “Ji bo jiyaneke azad û birûmet û Sûriyeke demokratîk em Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin” 1’ê Gulanê li Kobanê hat pîroz kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê a herêma Firatê şahî organîzekir.

Bi dehan partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Hevseroka TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Hedle Hesen destnîşan kir ku nirxê 1’ê Gulanê mezin e, pergalên zordest nahêlin kedkar bi aştî bijîn.

Dawiya pîrozbahiyê, 15 saziyên kedkaran ên li herêma Firatê ji aliyê TEV-DEM’ê ve hatin xelatkirin.

Komên stranan derketin ser dikê û beşdaran govend gerand.

Back to top button