Hiberîn û bazirganiya hebên kîptagonê li Sûriyê

DYA ceza li hin kesên ku desteka rejîma Esed di hilberîn û bazirganiya hebên Kîptagonê de dikin, sepandin.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê bi daxuyniyekê ragihand, ew bi kordîneya bi Brîtaniyayê re, cezayan li 6 kesan disepînin.

Ew kes jî ev in:

  • Xalid Qedûr
  • Samir El-Esed
  • Wesîm El-Esed
  • Îmad Ebû Zirêq
  • Hesen Deqo
  • Nûh Ziêtir

Hebên kîptagon-DYA 6 kesên desteka rejîma Esed dikin ceza kirin

Li gorî cezayên nû, hemû samanên van kesan li Amerîka û Brîtanyayê tên cemidandin.

Her wiha çi kesê ku danûstandinê bi van kesan re jî bike, dê were cezakirin.

Rêvebera navenda çavdêriya jêderên biyanî Andrea Gaky diyar kir, ku Sûriye bûye yek ji welatên herî zêde ku Keptagonê hildibrîne û piraniya van heban di rêya Libnanê re tên derxistin.

Gaky got: “Çi kesên ku bi madeyên hişbir an jî bi awayên darayî yên cuda destekê didin rejîma Esed, dê ji aliyê me û hevkarên me ve werin cezakirin.

Di salên dawî de, bazirganiya Kîptagonê bûye damara darayî ya sereke bo rejîma Esed û li gorî berpirsekî Brîtanyayê ev rejîm salê nêzî 57 miliyar dolarê Amerîkî, ji bazirganiya Kîptagonê qezenc dike.

Rejîma Esed û hebên kîptagonê ango madeyên hişbir

Back to top button