Hikumeta Libnanî istîfaya xwe ya giştî nîqaş dike

Piştî istîfaya wezîrên Jîngeh û ragihandinê yên Libnanê, dezgehên ragihandinê yên Libnanî belav kir, ku wezîrê Hindirîn jî bi niyet e istîfa bike.

Lê hin çavkaniyan eşkere kir, ku hikumet, bi serokatiya Hesan Diyab, istîfaya xwe ya giştî, nîqaş dike.

Her wiha îro Duşemê, bang li welatiyan hat kirin ku li qada Riyad El-Sulh kom bibin û dest bi xwepêşandanên li dijî hikumetê bikin.

Rojnameya El-Nehar jî ragihand ku serokê Parlamenê Nebîh Birî, roja Pêncşemê, dest bi civînên vekirî, ji bo nîqaşkirina encamên teqîna li bendergeha Beyrûtê dike.

Tê zanîn, di xwepêşandanên duh de, di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pevçûn derketibû.

Xwepêşanderan hewl da hemû bendên hêzên ewlehiyê derbas bikin da ku bigihin avahiya parlamenê, lê hêzên ewlehiyê gaza rundikrêj bi kar anî.

Di encama van pevçûnan de jî, şewatek li ber dergeha qada parlamenê derket.

Back to top button