Li Kerkûkê ji ber qezayeke tirafîkê 2 kes mirin

Vê êvarê li ser rêya sereke ya Kerkûk û Bexdayê qezaya trafîkê rû da. Ji ber qezayê du kesan jiyana xwe ji dest dan û sê kesên din jî birîndar bûn.

li ser rêya sereke ya Kerkûk-Bexda li nêzî bajaroka Xurmato qezayek trafîkê çêbû.

Rêveberê Polîsên Xurmato Hisên Elî derbarê qezayê de agahî dan û wiha got: ”Bûyer li beramberî xwaringeha Dohe rû da, du wesayîtan li hev xistin û şufêrên her du wesayîtan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha Rêveberê Polîsan diyar kir ku sê kes jî bi giranî birîndar bûn, kesên birîndar ji bo Nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê hatine şandin.

Li gorî agahiyan kesên jiyana xwe ji dest dane yek ji wan xelkê parêzgeha Babil yê din jî xelkê navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê ye.

Back to top button