Li başûr rojhilatê Nîjerê di şerekî giran de 50 çeteyên koma Boko Haram hatin kuştin.
Hikumeta Nîjerê bi daxuyaniyekê ragihand ku li qada Toûmoûr a li herêma Dîfayê, çeteyên Boko Haram bi 20 wesayit û bi çekên giran êriş birin ser nuqteyeke leşkerî.
Hate ragihandin ku êriş di şeva 15-16’ê Adarê de pêk hat û di encama şerê rûdayî de 50 çeteyên Boko Haram hatin kuştin.
Çeteyên Boko Haram li Çola Çadê ku di navbera Nîjer, Nîjerya û Çadê de ye tevdigerin.
Hikumeta Nîjeryayê ji sala 2015’an ve şerê çeteyên Boko Heram dikin.



