“WHO” wê dest bi Analîzan li Bakur-Rojavayê Sûrî bike

Li gel nixumandina rejîma Sûrî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî wê dest bi analîzên vedîtina nexweşiya corona li bakur-rojavayê Sûrî bike.

Birêveberê herêmî yê Rêxistinê Rick Brennan ragihand ku ew li benda alav û dermanên analîzê ne, da dest bi taqîkirinan bikin.

Tevî rejîma Sûrî dest bi analîzan li deverên din ê welat kiriye jî, lê heya niha ti rewş ranegihandiye.

WHO: nabe dermanên Şewbê ji bo Corona werin standin

Her wekî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ji bikaranîna dermanan jî hişyar kir.

Li gorî wê, nabe dermanên şewba asayî, taybet hebên kulbûnê, ji bo pêşîgirtina coronayê werin standin.

Back to top button