Salvegera 8. a damezirandina MSD’ê

Îro 8 saliya damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê diqede û derbasî sala xwe ya 9’an dibe.
MSD’ê bivê bûneyê, bang li sûriyeyiyan kir ku xwedî li projeya nîştimanî ya demokratîk li ser bingeha yekitî û rêveberiyeke nenavendî, derkevin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) 9’ê Kanûna 2015’an hate damezirandin.

Îro 8 saliya damezirandina wê diqede û derbasî sala 9’an dibe.

MSD’ê bi vê boneyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

MSD: Xwedî li projeya nîştimanî ya demokratîk derkevin

MSD’ê diyar kir ku piştî 8 salan, tevî guhertinên mezin ên li Sûriye û herêmê jî alozî dewam e, QSD`ê rê li pêşiya rêxistina herî terorîst a li cîhanê (DAIŞ) girt û wiha got:

Ji bo birêvebirina herêmê sazî hatin avakirin, li beramber wê gelek herêmên li bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin. Beşên din ên Sûriyê jî di bin kontrola pergaleke navendî ya zordest de ne.

Meclisê da zanîn ku heta niha ji aliyê hêzên navneteweyî yên têkildarî dosyaya Sûriyê ve, tu çareserî yan jî lihevkirinek çênebûye.

MSD’ê daxuyakirin ku ji ber vê rewşa heyî, Sûriye veguheriye qada tesfiyekirina hesab û şerên bi wekalet.

Meclisê diyar kir ku bi hevkariya dost û şirîkên gelê Sûriyeyê, ji bo hêzên nîştimanî û tevgerên demokratîk ên Sûriyeyê ku bi çareserkirina aloziyê bi rêya diyalog û dan û standinê bawer dikin, bû sîwaneke nîştimanî.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê di dawiyê de, bang li sûriyeyiyan kir ku xwedî li projeya nîştimanî ya demokratîk a li ser bingeha yekitiya Sûriyeyê, destûreke modern û pergaleke nenavendî derkevin.

Back to top button