Li Toronto ji bo azadiya Rêber Apo meşek hat lidarxistin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Toronto yê Kanadayê meşek li dar xist.

Ev çalakî di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de şeva yekşemê pêk hat.

Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Di daxuyaniya li ser navê çalakvanan de hate gotin:

“Dewleta Tirk li hemberî têkçûna xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pergala êşkence ya li Îmraliyê berfirehtir dike.

Em ê ji bo Rêber Apo her cihî bikin qada berxwedanê.

Her wiha bang li hemû ciwanan hate kirin di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de li dora Rêber Apo bicivin.

Di konferansa Bogotayê de banga azadiya Rêber Apo hatin kirin

Back to top button