Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a li Sûriyê Hisên Osman tekez kir divê deriyên sînor û yên mirovî nebin mijara bazarên siyasî.
Hisên Osman eşkere kir “Gelek dewlet ji bo bejewendiyên xwe li Sûriyê li ser hesabê gelê wê yê koçber bûye û azaran dikişîne, dergehên mirovî wek kaxizeke siyasî bi kar tînin.”
Osman behsa gelek peymanên siyasî kir û destnîşan kir divê girîngî ji deriyê Til Koçer re were dayîn ku ji bo gelên herêmê pêwstiyek e û ji 2020`an ve hatiye girtin.
Hisên Osman dawiyê tekez kir divê deriyên sînor û yên mirovî nebin mijara bazarên siyasî yên aloziya Sûriyê.