Artêşa Yemen li Sehda hêzên Husî dike ermanc

Artêşa Yemnê êrîşa Husiyan a li dijî çeperên wan ên li Eniya El-Melahîd  li navçeya Sehda ya Yemenê têk bir.

Berpirsê Liwaya Sêyemîn Asifa Mihemed El-Ehcabî debarê şerê ku di navbera wan û çekdarên Husî de rûdaye ji ajansa Yemenê re eşkere kir “Êrîşa Husîyan a li ser çeperên Artêşa Niştimanî li çiyayê El-Kalh hat pûçkirin û gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn.”

Hat diyarkirin ku Artêşa Yemnê balafireke bêmirov a Husiyan li ezîmanê Ecac anîne xwarê.

Roja înê jî hêzên Yemenî li Eniya El-Meşceh li Me’ribê 13 ji Husiyan kuştin.

Back to top button