Hêzên rizgariya Efrînê di navbera 12’ê Tebaxê û 5’ê îlonê de li Şera, Şêrawa û Babê li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker rêzeçalakî li darxistin.
Di encama van çalakiyan de 11 dagirker hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê dîmenên van çalakiyan parvekir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û çalakiyên bersivdayînê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
- “12’ê Tebaxê, li navçeya Şera çalakiyek sekvanî hat lidarxistin û çeteyek hat kuştin.
- Di 14, 16 û 25’ê Tebaxê de,çalakî hatin li darxistin di encamê de 7 çete hatin kuştin.
- Di 2’ê Îlonê de, li navçeya Şera çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek hat kuştin.
- 5’ê Îlonê, li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa çalakiyeke sekvanî hat kirin û çeteyek hat kuştin.
Di encama rêzeçalakiyên me de bi giştî 11 dagirker hatin kuştin, 4 jî birindar bûn.
Herwiha 2 seyare û maşineyek kar jî hatin ruxandin.
DÎMEN DI KAMÎRA DE YE