Mistefa Nebo: Dewleta Tirk li herêmên Kurdî yên Êzîdî guhertina demografî pêk tîne

Hevserokê Yekitiya Êzîdiyan a Efrînê Mistefa Nebo da zanîn ku dewleta Tirk li herêmên Êzîdiyan guhertina demografîk pêk tîne.

Mistefa Nebo anî ziman “Piştî dewleta Tirk Efrîn dagir kir, bi armanca guhertina demografiyê, Êzîdî ji gundên wan derxistin.”

Da zanîn jî ku dewleta Tirk weke şengalê niha li Efrînê jî bi destê çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê guhertina demografîk pêk tîne û Êzidiyên li Efrînê mane jî neçarî misilmaniyê dike û heger nebin jî wan dikuje.

Nebo dawiyê da xuyakirin ku dewleta Tirk siyaseta qirkirina êzidiyan li her derê çi li Efrînê, Serêkaniyê yan jî li Şengalê be dimeşîne û ev yek bi rêya gelek belgeyan û ji aliyên gelek saziyan ve piştrast bûye,

Back to top button