Bêrîvan Xalid: Ev lihevkirin wê li ser hesabê gelê Sûrî be

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid dibêje eger hikûmeta Şamê lihevkirina bi dewleta Tirk re qebûl bike, wê dagirkeriya wê li Sûrî rewa bike û rê li ber dagirkeriyeke nû veke.
Ji ber vê ”Pêwîstiya Sûriye bi lihevkirineke nîştimanî ya navxweyî heye.” 

Hewlên nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ya bi navbeynkariya Rûsyayê dewam in.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalid derbarê mijarê de axivî.

Bêrîvan Xalid anî ziman ku wê nêzbûna hikûmeta Şamê û dewleta Tirk li ser hesabê gelê Sûriyê be.

Bêrîvan Xalid bal kişand ser bandor û encamên lihevhatina her du aliyan û ev tişt anî ziman:

“Em ê li pêşberî geşedanên nû, rû bi rû bimînin.

Wê aloziya Sûriyê bigirêktir bibe û hewldanên pêkanîna istiqrarê lawaz bibin.

Di encamê de wê welat ber bi parçebûnê ve biçe û dagirkeriya Tirk xurttir bibe.

Her wiha dê xwîna Sûriyan zêdetir were rijandin û hêviya gel ên di guhertinê de têk biçe.”

”Em li dijî lihevkirinên li ser hesabê gel in”

Li ser helwesta Rêveberiya Xweser a ji van nêzîkbûnan jî Bêrîvan Xalid ev tişt got: ”Helwesta me zelal e.

“Em li dijî her lihevkirineke li ser berjewendiyên gelê me û tevahî gelê Sûriyê ne.

Em hewl didin atmosfêra çareseriya demokratîk peyda bikin.”

”Pêwîstiya Sûriyê bi lihevkirineke nîştimanî ya navxweyî heye”

Bêrîvan Xalid hişyarî da ku eger hikûmeta Şamê vê lihevkirinê qebûl bike wê dagirkeriya Tirkiyê li Sûrî rewa bike.

Û rê li ber dagirkeriyekê nû veke.

Bêrîvan Xalid diyar kir ku li şûna lihevanîna her du aliyan, pêwîstiya Sûriye bi lihevkirineke nîştimanî ya navxweyî heye û wiha bi dawî kir:

“Li hemberî hewldanên pêkanîna bazarên dualî yên bêyî girtina nêrîna gelê Sûriyeyê pêwîstî bi desteka navneteweyî ya yekbûyî heye.

Ji ber ku her bazareke van herdu aliyan wê bibe destpêka pêvajoyeke nû ya xeternak.”

Back to top button