HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi nêzbûna hilbijartinê re operasyonên siyasî zêde kir û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî vê rejîma zext û zilmê rabe. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk û Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk jî çûn serdana komeleya DFG û saziya MKGP ku endamên wan hatin binçavkirin û girtin.
Li aliyê din ji bo piştevaniya rojnamevanan, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Saliha Aydenîz jî çûn serdana komeleya DFG û saziya MKGP ku endamên wan hatin binçavkirin û girtin.
Di serdanê de peyamên piştevaniyê hatin dayîn û hat destnîşankirin ku dê Çapemeniya Azad serî netewîne.
Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
Her wiha, Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ya li Êlihê jî bi meşekê polîtîkayên çewisandinê yên detshilatê şermezar kir.
Meş li Kolana Gulîstan û Kolana Diyarbekirê hat lidarxistin.
Ciwanan di seranserê meşê de belovok belav kirin û bang kirin ku her kes li dijî polîtîkayên qirêj ên desthilatê tevbigere.
Meş li ber buroya hilbijartinê ya li Taxa Bahçelîevlerê bi dawî bû.