Duh li Efxanistanê di kombûneke siyasetmedaran de 29 kes hatin kuştin, çeteyên DAIŞ’ê ev êrîş girt ser xwe.
Duh li paytexta Efxanistan Kabulê 2 çeteyên DAIŞ’ê bi kelêş, arbîcê û bombeyan êrîşî kombûneke siyasetmedaran kir.
Di encama êrîşê de 29 kes hatin kuştin û 61 jî birîndar bûn.
Berdevkê wezareta hundir ê Efxanistanê Nesret Rehîmî da xuyakirin ku di nava qurbanan de, jimareke jin û zarok jî hene.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê piştî îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Waşinton û Talîbanê de pêk hat.