2 parlamenterên Amerîkî û 15 endamên cluba alaves a Spanî pê ketin

Li navenda sereke ya vîrûsa coronayê, ango bajarê Wuhanê yekem car ti rewşên nû nehatin tomarkirin.

Desthilatên Çînî îro vê sibê ragihand ku li beramberî van pêşketinan jî, rewşên nexweş ên ji derveyî Çînê tê zêdetir bûne.

Li Amerîka corona derbasî Kongressê jî bû, herî dawî 2 parlamenterên Meclisa Nûneran pê ketin.

Li Spanya, cluba Deportivo Alavés a werzîşê ragihand ku 15 endamên wan bi vîrûsê ketine.

Weke dawîn bîlanço li seranserî cîhanê jî, li 150 welatan 209 hezar û 500 rewş hatine tomarkirin û heya dawiya şeva borî jî, 8 hezar û 784 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button