Nobeta azadiyê di hefteya 581’an de didome

Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di hefteya 581’an de berdewam dike. Endamên FEDA’yê nobet dewr girtin.

Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji aliyê Însîyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat destpêkirin, bêyî navber dewam dike.

Her hefte komek ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê nobetê dewr digire.

Di hefteya 581’an de endamên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) nobetê dewr girtin.

Di komê de Aytaç Ozveren, Alî Samer û Hasret Ozveren cih digirin.

Li ser navê komê Aytaç Ozveren axivî û got:

Em ê xwedî li Rêberê xwe, têkoşîn û gelê xwe derkevin. Em bang li Konseya Ewropayê û CPT dikin, êdî dev ji bêdengiya xwe berdin. Ev helwest ne li gorî Ewropayê ye. Berdêl çi dibe bila bibe, em ji bo Rêberê xwe amade ne. Em di nobeta vê dene û em ê têkoşînê geş bikin.”

Ciwanên Kurd li Almanyayê tecrîd şermezar kirin

Her wiha li paytexta Almanya Berlînê, ciwanên Kurd jî bi heman armancê çalakiyek lidar xistin.

Back to top button