Til Birak- Salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin

Şêniyên navçeya Til Birakê ya Kantona Qamişlo salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir.

Di vê derbarê de şêniyan li navenda Çand û Hunerê ya rojavayê navçeya Til Birakê şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiyê de şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Li wir, endama Rêveberiya Meclisa Navçeyê Leyla El Zexîn rola hêzên leşkerî di parastina herêmê de silav kir.

Leyla El Zexîn her wiha salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê li şervanên QSD’ê pîroz kir.

Piştre, helbest ji aliyê helbestvan Mistefa El Helûş ve li ser şehîdan hat xwendin.

Koma Şehîd Dîlan jî govend gerand û şahî bi gerandina xelekên govendên kurdî û erebî bi dawî bû.

Back to top button