
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî salvegera 8. a rizgarkirina Kobanê pîroz kir.
Mezlûm Ebdî ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê li ser hebasê xwe yê twitterê peyamek da.
Mezlûm Ebdî salvegera 8’emîn a rizgarkirina Kobanê li gelê me û cîhanê pîroz kir û got:
”Têkçûna yekem a DAIŞ’ê li ser destê şervanên me û koalîsyona navdewletî bû.
Kobanê destpêka tinekirina DAIŞ’ê bû. Îro dewleta Tirk gefa êrişkirin û dagirkirina DAIŞ’ê dixwe.
Ev êriş wê aramiya herêmê bi giştî têk bibe. Kobanê, mirovahî li hemberî terora cîhanê kir yek dest.
Parastina Kobanê û gelê Kurd erkeke mirovî ye.”