Kobanê- Şehîdên meha Çile hatin bîranîn

Şêniyên Kobanê di salvegera rizgarkirina Kobanê de li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê şehîdên meha Çile, bi bîr anîn.

Di vê çarçoveyê de, bi sedan şênî li goristana Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê kom bûn û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan wêneyeke mezin a şehîdên meha Çileyê, şehîdên berxwedana girtîgeha Sînaayê li goristanê daliqand.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Adil Hec Kerho axivî û şehîdên berxwedanê bi bîr anîn.

Her wiha destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê û heta îro, bi saya şehîdan gelek destkeftî hatin bidestxistin.

Back to top button