Koma Dibistana Şanoyê ya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê şanoyek li navçeya Amûdê pêşanda.
Koma Dibistana Şanoyê ya desteyê şanoyeke bi navnîşan “Xeyalên kerê tembel” pêşan da.
Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyê bi koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê çalakî orgenîze kir.
Şano li navenda Şehîd Kemal Derwîş a Çandê ya navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo hat pêşandan.
Bi dehan zarokên Amûdê û malbatên wan, rewşenbîr, çalakvan, nivîskar, oldar li şanoyê temaşe kir.
Nivîskar Ehmed Îsmaîl Îsamîl şano nivîsiye û Ebdulmecîd Xelef derhêneriya wê kiriye.
Ciwan Silo jî mûzîka wê amade kiriye.
Di şanoyê de 6 listikvan; Alan Ebdullah, Bilind Xelef, Ehmed Ehmed, Çiya Osê, Mihemed Xelef û Omer Omer lîstin.



