Li gorî dezgehên ragihandinê yên bi ser hikûmeta Şamê wê, şandeyeke Sûrîyê bi serokatîya Wezîrê Karên Derve Feysal El-Miqdad îro biçe Îran ê.
Li gorî Rojnameya El-Watan a girêdayî hikûmeta Şamê, tê payîn ku şandeyeke fermî ya Sûrîyê bi serokatîya Wezîrê karên derve Feysal El-Miqdad, li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Îranê, biçe Tehran ê.
Li gorî Rojnameyê Feysal El-Miqdad û cîgirê wî Beşar El-Caferî dê bi rayedarên payebilin ên Îranê re bicivin.
Li gorî rojnameyê dê serdan 2 rojan dewam bike û dê niqaş li ser têkilîyên stratejîk ên her du walatan werin kirin.