Dewleta Tirk gefa pêkanîna êrişeke bejayî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî xwar.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê dibêje ew ji van gotinan bi fikarin û got:
Demeke wiha ku hêj gefa DAIŞ dewam e, divê hewla xerakirina aramî û ewlehiya herêmê neyê kirin.
Wezareta Karen Derve ya Fransayê, têkildarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da û got:
“Fransa, ji roja Tirkiyeyê operasyonên ezmanî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî daye destpêkirin dişopîne.
Fransa ji ber daxuyaniyên ku dibêjin Tirkiye wê destwerdana bejayî li Bakur û Rojhilatê Sûrî bike, bi fikar e.
Di serdemeke wiha de ku gefa DAIŞ’ê hêj dewam e, banga Fransayê ew e ku hewla xerakirina aramî û ewlehiya herêmê neyê kirin.



