Rêveberiya Xweser xebatên avakirina kamp koçberên Idlibê şopandin

Heta niha zêdeyî hezar û 500 malbatên Idlibê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûne.

Ji bo bicihkirina wan Rêveberiyê dest bi vekirina kampekî kiriye.

Bi armanca şopandina xebatên kampê Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana kampê kirin.

Hevserokê Meclisa Rêvebera Hamid El-Mihbaş diyar kir ku tenê gelê Sûrî temenê şer dide û careke din teqez kir ku deriyê wan ji gelê Idlibê re vekiriye.

Bi destpêkirina şer Sûrî û dagirkeriya dewleta Tirkiyê re, pêla koçberiya şêniyên resen jî destpêkir.

Bi tabyet jî li herêmên Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrîşên xwe yên hovanê gelê resen da koçberkirin û dest bi guhertina demografiya herêmê kiriye.

Tevî vê yekê jî Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe ji bo bicihkirina van koçberan 16 kamp vekirin.

Di beşek sereke yên van kampan de koçberên ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hatine bicihkirin.

Rêveberiya Xweser bi vê yekê jî nesekinî û koçberên Idlibê yên ji ber bazarên Rûsî-Tirkî direvin jî hembêz kir û ji wan re li gundê Cidêdet El-Himir yê Minbicê kampek vekir.

Îro bi armanca şopandina kar û xebatên avakirina kampê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalid û Hamid El-Mihbaş serdana kampê kirin.

EL-MIHBAŞ: TENÊ GELÊ SÛRÎ TEMENÊ ŞER DIDE

Piştî gera li nava kampê, Hevserokê Meclisa Rêveber Hamid El-Mihbaş ji ragihandinê re axivî û got:

Armanca me ji avakirina vê kampê himbêzkirina koçberên Idlibê yên ji ber şerê rêjîma Sûrî û çeteyên Tirkiyê direvin e.

Hamid El-Mihbaş bîr xist ku tenê gelê Sûrî temenê vî şerî dide.

El-Mihbaş dawiyê bang li Netewên Yekbûyî, hemû welatên dostên Sûriyê û rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberan bikin.

Bi girbûna şerê Idlibê re, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku deriyên wan ji koçberên Idlibê re vekirîne.

Piştî vê bangê koçberên Idlibê berê xwe dan herêmê û heta niha zêdeyî hezar û 500 malbat derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûne.

Ev yek jî nîşan dide ku herêmên Rêveberiya Xweser bûne çavkaniya ewlehî û armaniyê ji kesên ku ji hovîtiya şer direvin.

Back to top button