Dewleta Tirk a dagirker çend gundên Şêladizê bombebaran kirin û hate zanîn ku ziyanek mezin ya madî gihiştiye gundiyan.
Li gorî Ajansa Rojnews, îro di saetên piştî nîvro de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Zêbarê yên li devera Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk beriya derdora saetekê cara duyemîne bajarokê Şêladizê bombebaran kir.
Hate ragihandin ku ji ber bombebaranê ziyanek mezin a madî çêbûye.
Lê heta niha nehatiye zanîn ka zerera canî çêbûye an na.