6 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Hêzên PDK’ê 25’ê vê mehê rojnamevan Silêman Ehmed dema ku ji Rojava dixwest derbasî başûr bibe li deriyê pêş xabûr revandin.
Ev şeş rojin aqûbeta Rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn.
Tevî banga malbata wî û dezgehên ragihandinê jî lê PDK’ê tu bersiv nedaye.

PDK, tevî hemû kiryarên xwe yên li dijî Kurdan, zext û gefên li ser rojnamevanan jî didomîne.

PDK’ê ku heta niha bi dehan rojnamevan revandine û gef li wan xwarine, tevî hişyariyan jî vê siyaseta xwe naterikîne.

Heta niha jî gelek rojnamevan ji ber ku siyaseta PDK’ê ya şaş û hevkar rexne kirine di zîndanan de girtîne û di bin gefa mirinê de ne.

PDK’ê li van kiryarên xwe yeke din jî zêde kir.

Vê carê jî rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed hate revandin.

Silêman Ehmed ji ber wefata bavê xwe ji başûrê Kurdistanê çûbû serdana malbata xwe ya ku li Helebê dimîne.

Lê dema dixwaze vegere roja 25’ê Cotmehê li deriyê pêş xabûrê ji aliyê hêzên PDK’ê de hate revandin.

6 rojin agahî jê nayê girtin.

Duh malbata Silêman Ehmed li ser mijarê daxuyanî da. Dayîka Silêman Ehmed, Dayê Sultan xwest tavilê çarenûsa kurê wê bê eşkere kirin.

Gelek sazî û sendîkayên rojnamevanan û siyasetmedaran jî bûyer şermezarkirin û bang li PDK’ê kirin ku çarenûsa Silêman Ehmed eşkere bike.

“Divê hikumeta Iraqê destwerdanê li vê mijarê bike”

Li aliyê din Berpirsê Ofîsa Ajansa Rojnews’ê ya li Bexdayê Mihemed Cîhadî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve hewldana bêdengkirina dengên azad û nêrînên cuda ye.

Mihemed Cîhadî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku destwerdanê li vê dozê bike û bang li PDK’ê jî kir ku tavilê Silêman Ehmed tavilê berdin.

Back to top button