Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê nasnameya gerîlayê HPG`ê Osman Ebdulwehab (Çiya Zagros) ku dema li çiyayê Kurdistanê de li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe da û gihaşt asta şehadetê, ragihand.

Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, leşkerî û malbata şehîd li dar ket.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, axaftin ji aliyê YPJ`ê û Meclisa Malbatên Şehîdan hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.

Back to top button