Jeffrey: Em difikirin piştgiriyekê bidin dewleta Tirk

Li ser banga dewleta Tirk, nûnerê Amerîkayê li Sûriyê, James Jeffrey ragihandin ku ji bo şerê li Idlibê, wê piştgiriyê pêşkêşî dewleta Tirk bikin.

James Jeffrey derbarê serdana xwe ya dawî ji Tirkiyê re ragihand ku ji ber şerê li Idlibê Amarîka difikire destekê bide dewleta Tirk.

Jeffrey dazanîn ku destekdayîn wê bi riya pêşkêşkirina agahiyên îstxbaratî û alavên leşkerî be.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
TIRKIYE JI BÊÇARIYA XWE BANG LI AMERÎKA Û NATO’YÊ DIKE

Duh Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk, Hulusî Akar, piştî civîna wezîrên parastinê yên NATO’yê daxuyaniyek da û got ku divê Amerîka û NATO`yê rolên mezintir girêdayî pêşketinên dawîn li Idlibê bilîze.

Şêwermendê Ewlehiya Netewî yê Amerîkayê Robert O’Brien jî tekez kiribû ku Amerîka ne neçar e destwerdaneke leşkerî li Idlibê bike û ”bila kes li hêviya wan nemîne ku bi rola polîsê navdewletî li Idlibê bilîzin.”

Back to top button