Li kampa Girê Spî konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad hate vedan

Meclisa Girê Spî jî li kampa Girê Spî a koçberan ji bo şehîd Ferhad Dêrik konê sersaxiyê vedan.

Bi sedan koçberên li kampê dimînin, karmendên sazî, nûnerên partiyan, rûspî û şêx eşîrên herêmê beşdarî konê sersaxiyê bûn.

Bi navê Partiya Komarî ya Kurdistanî-Sûriya Mihemed El-Ebûd axivî û got:

“Şehîd Ferhad rolek di danîna kevirê yekemîn a projeya Rêveberiya Xweser de lîst û gelek xebat pêşkêş kir.

Ebûd bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku derbarê şehîdxistina Ferhad Şiblî û hevalên wî de helwesta xwe zelal bike.

Berdevkê Komîteya Ewqafê ya Girê Spî Mele Mihemed Xêr jî destnîşan kir ku fedakariyên şehîd Ferhad Şiblî ji bo xizmeta gelên herêmê kirine, bêhempa ne.

Cîgirê Hevserokatiya Girê Spî Sabrî Nebo jî soza şopandina rêya şehîdan, parastina destkeftiyên şoreşê da.

Back to top button