KCK’ê: Vê cejnê em zêdetir li şehîdên xwe xwedî derkevin

Bi boneya cejna remezanê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê û Konseya Rêveber a KNK’ê peyamên pîrozbahiyê, weşandin. Tevgeran cejna remzanê li gelê kurd û civaka Islamî pîroz kir, her wiha hêvî kir ku ev cejn bibe cejna aramî, aştî û yekîtiyê.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaneyekî Cejna Remezanê li civaka Islamî û gelê Kurd pîroz kir.

KCK’ê hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya avabûna jiyaneke aram û demokratîk.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang civaka Tirkiyê kir ku li dijî êrîşê li ser goristanên, nirxê herî pîroz yê gelê Kurd bê deng nemînin. Di rojê cejnê de herî zêde xwedî li goristanan û şehîdan derkevin.

KNK’ê cejna remezanê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi heman boneyê peyamek da û cejin li tevahiya misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

KNK’ê hêvîkir ku ev cejin bibe cejna yekîtiya neteweyiya ya Kurd û çareserkirina tevahiya pirsgirêk û krîzan.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber vîrûsa Coronayê ev cejin ji cejnên din cudatire.Li çar beşên kurdistanê êrîşên dagirkeran û qeyrana aborî û siyasî heye.

KNK’ê destnîşakir ku di van rojên wisa de pîrozkirina cejna Remezanê, wê hêzeke mezin û îradeyeka bi hêztir bide tekoşîna li hember nexweşiyê, û dagirkeran.

CÎK’ê cejna Remezanê pîroz kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi boneya cejna remezanê peyamek da û cejin li civaka Islmî pîroz kir û got,

Peywirke mezin dikeve ser milê Kurdên Misilman û cîhana Îslamê.

Peywir ew e ku li dijî desthilatên nezan, barbar û zordar ku rûmeta Îslamê binpê dikin, bisekinin.

Back to top button