Şêniyên Qamişlo: Sebzeyên malan, lêçûneke kêm û kalîteyeke baş

Ji bo pêdiviyên xwe yên aborî bi cih bînin û siyasetên ambargoyê pûç bikin li malên xwe dixebitin.
welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca bidestxistina sebzeyên xwezayî û nû, li malên xwe bexçeyan diçînin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelek aliyan ve dorbêçkirî ye.

Lê şêniyên Bakur û Rohilatê Sûriyê guh neda siyaseta birçîkirin û ambargoyan, ji ber wê yekê gelekan ji bo debara xwe bikin û pêwîstiya wan bi derve ne-mîne, di malên xwe de dest bi çandina sebzeyan kirin e.

Bi armanca sînor-darkirina bandorên ambargoya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser gelek kargeh û avahî ava kirin da ku madeyên sereke ji welatiyên re peyda bike.

Ji girîngtirîn projeyên biçûk ku xwedî sûdmendiyeke baş in, sebzeyên havînê û yên zivistanê ne ku malbat pê debara xwe dikin.

Şêniyê bi navê Cûma Salih Osê yê ji gundê Girdaholê yê navçeya Tirbespiyê ku rûberek ji erdan ji bo çandina sebzeyan veqetandiye, diyar kir ku wî sebze ji bo dabîn-kirina pêwîstiyên malê çandine.

Gelek malbatên li navçe û bajêr li malên xwe sebzeyan diçînin, ji wan jî Şahîn Serhan ê ji Qamişlo ye.

Serhan da zanîn ku cudahiyeke mezin di navbera sebzeyên malê û yên li bazaran de heye.

Back to top button