PJAK: Divê destûra fermaneke din li ser Şengalê neyê dayîn

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê peymana dagirkirina Şengalê PDK-Iraq û Tirkiyê şermezar kir destnîşan kir ku divê rê li ber fermaneke din a li ser Şengalê neyê vekirin.
PJAK’ê got, tişka ku DAIŞ’ê nekarî li Şengalê bike, niha PDK bi peymaneke nû ya li gel dewleta Iraqê, Tirkiye û hêzên navnetewî bi firotina Şengalê dixwaze pêk bîne.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî peymana dagirkirina Şengalê ya di navbera PDK-Iraa û Tirkiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

PJAK’ê eşkere kir ku tişka ku DAIŞ’ê nekarî li Şengalê bike, niha PDK bi peyamek nû ya li gel dewleta Iraqê, Tirkiye û hêzên navneteweyî bi firotina Şengalê dixwaze pêk bîne.

PJAK’ê diyar ku civaka Êzidî yek ji civakên di dîrokê de timî bûye hedefa êrişan û li ser 73 ferman pêk hatine got;

“Siyaseta înkar û tinekirinê ji aliyê hêzên herêmî û cîhanê ve li ser vî gelî tê meşandin.”

PJAK’ê ragihand ku di sala 2014’an de xwestin ku bi rêya DAIŞ’ê civaka Êzidî tine bikin û wiha dewamkir;

“Bi têkoşîna keç û xortên Êzidî û Tevgera Apocî gelê Êzidî ji tinekirina dîrokî xelas bû. Gelê Êzidî fam kir ku şertê yekemîn yê jiyan û hebûnê divê xwe biparêze û bi xwe siyasetê bike. Ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve hewildana radestkirina Şengalê ev rastî eşkere kir.”

PJAK’ê da zanîn hebûna hêzên PDK’ê li Şengalê tenê bi bi armanca berjewendiyên PDK’ê û hêzên dagirkerên Kurdistanê bû û got;

“PDK Niha dixwaze heman karî bike. Ji ber vê zihniyetê 3 hezar jin û keçên Şengalê li bazaran firotin. Rêveberiya PDK’ê niha nûnertiya vê ferasetê dike. Tişta ku DAIŞ’ê nekarî li dijî Şengalê bike PDK û hêzên din dixwazin temam bikin.”

Meclîsa PJAK’ê piştgiya xwe ya ji bo xwerêveberiya Şengalê re anî ziman û ragihand ku divê hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz piştgiriya xwerêveberiya Şengalê bikin û divê rê neyê dayîn ferman dubare bibe.

Back to top button