Dayikên şehîdan: Emê tola şehîdên xwe hilînin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herema Firatê derbarê şehîd Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) de ku di nava qutiyê de cenazeyê wî radestî malbata wî hatibu kirin daxuyanî dan. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger jî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê Şermezar kir.

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Uzun di sala 2020’an de li Sertê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevî 5 hevalên xwe şehîd bûbû.

Dewleta Tirk cenazeyê wî di nava qutiyekê de radestî malbata wî kir.

Ji bo şermezarkirina vê yekê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsê Eyşe Efendî ve li ber avahiya Meclîsê ya Kobanê hat dayîn û wiha hat gotin:

“Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk zulmeke wiha dike.

Em ê ji bîr nekin ku çawa zarokên me girêdan û kaş kirin li pişt maşînên xwe.

Em ê ji bîr nekin ku çawa cenazeyên zarokên me li çiyayên Kurdistanê şewitandin.

û çawa wan madeyên kîmyewî bikar anîn ji bo bombekirina bajar û bajarokên me,

lê îro em bi rengekî nû hovîtiyeke ku ji aliyê dagirkeriyê ve hatiye kirin re rû bi rû ne.”

Eyşe Efendî di dewama daxuyaniyê de got:

“Peyama me dayikên şehîdan eşkere ye.

Emê tola şehîdên xwe hîlînin, soz didin ku em ê di vî şerî de li pişta wan bin.”

Ciwanên şoreşger hovîtiya dewleta Tirk şermezar kirin

Li kobanê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dehan şêniyên herêma Firatê duh derengî şevê li qada Jina Azad a li bajarê Kobanê çalakî kirin.

Di çalakiyê de radestkirina hestiyên şehîdê HPG′ê Yilmaz Uzun di qutiyekê de ji bo malbata wî hat şermezar kirin.

“Em ê li hemberî zihniyeta faşîzma dewleta Tirk têbikoşin”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mihemed Mihemed axivî û got:

“Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk sûcekî bi vî rengî dike.

Heman tişt bi 4 gerîlayên din kirin û cenazeyên wan di sendoqên biçûk de radestî malbatên wan kirin.

Ev kiryar dermirovî ye û em ê li hemberî zihniyeta faşîst têbikoşin.”

Back to top button