BERXWEDANA NASIR YAGIZ BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE

Li Başurê Kurdistanê jî berxwedana çalakgerên di grevê de li dar in.

Çalakiyên ku bi pêşengtiya Nasir Yagiz dest pê kirî bi israrek xurt dewam dikin.

Herêm Mehmûd jî dibêje dijmin dixwaze bi riya kiryarên xwe li nava xaka Kurdistanê de planekê pêk bîne.

Divê gelê kurd hişyar be û li dijî vê dagirkeriyê serî hilde.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di roja 186’an de ye.

Bi heman armancê çalakiya Nasir Yagiz jî bi biryardarî di heman rojê de dewam dike.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yagiz ên weke serêşî, dîtin, bêxewî, bêtaqetî û tansyon her kêliya diçe hê zêdetir xwe dide der

HERÊM MEHMÛD: DIVÊ GELÊ KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RAWESTE

Her wiha berxwedaniya Endazyar Herêm Mehmûd jî ya li Kelar a Germiyan jî ev 91 roj in li dar e.

Herêm Mehmûd , têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê ji Ajansa Rojnews’ê re axivî.

Herêm Mehmûd diyar kir ku dagirkeriya li ser gelê Kurd gelek metirsîdare û got;

Dijmin dixwaze bi riya kirinên xwe li nava xaka Kurdistanê planekê pêk bîne.

Divê gelê kurd hişyar be û li dijî vê dagirkeriyê raweste.

ÇALAKIYA FADÎLE TOK BI VÎNEKE XURT DI ROJA 126’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 161’an de ji aliyê koma 53’an ve didome.

Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî bi vîneke xurt roja xwe ya 126’an de ye.

Her wiha greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî di roja 163’emîn de ye.

Leave a Reply

Back to top button