Yûnanstan dibêje eger peymana Tirkiyê û Hikûmeta Wîfaqê betal nebe, ew ê “Vîtoyê” li dijî hemû biryayên Kongreya Berlînê bi kar bînin.
Serokwezîrê Yûnanistanêr diyar kir, wan ev tişt ji hevalên xwe yên YE re gotiye û ew ê îro bi şêwirmenda Alman Angela Merkel re jî biaxivin.
Serokwezîrê Yûnanistanê got:
Em pir aciz in, ji ber em ê beşdarî kongreyê nebin, lê em dizanin Tirkiyê bidûrxistî ye û Yûnanistan xwedî hevkarine xurt e.
Ji bo vê mijarê, duh fermandarê artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter berê xwe da Yûnanistanê û îro dê bi serokwezîr û wezîrê derve yên vî welatê re bicive.