Li Amerîkayê hilbijartinên navber

Îro bi mîlyonan Amerîkî ji bo diyarkirina endamên nû yên Meclisa Nûneran û her wiha hilbijartina beşek ji endamên kongresê, dengê xwe bikar tînin.
Weke her carî pêşbazî dîsa di navbera Demokrat û Komargeran de ye.
Piştî têkçûna mezina a hilbijartinên 3’yê Mijdara 2020’an, Komrager bi hêvîn e ku vê carê biserkevin.

Piştî 2 salan ji serketina Joe Biden û demokratan, îro li Amerîkayê hilbijartinên navber pêk tên.

Di van hilbijartinan de 435 endamên nû yên Meclisa Nûneran û ji 100 endamên Kongresê derdora 33’yê wan têne diyarkirin.

Serokê Amerîkayê Biden beriya hilbijartinê axaftina xwe a dawî kir û got;

Eger Kormager biserbikevin wê saziyên demokratîk li welat ji hêzê bikevin. Dive weke zanîn ku demokrasiya me bi metirsiyan re rû bi rû ye.

Serokê ber Donlad Trump jî ragihand ku ew ê 15’ê Mijdarê daxuyaniyeke girîng bide.

Egera serkeftina komargeran zêdetir e

Li gorî anaketên dawî, şensê serkeftinê yên komargeran zêdetir e.

Bi taybet jî di hilbijartina Kongresê de.

Eger hat û Komrager di hilbijartinên îro de biserkevin, wê demê ew ê di nava 2 salên li pêşî karibin gelek projeyên Biden veto bikin.

Back to top button