Lûtkeya Ukrayna-YE wê 3 Sibatê li Kîevê pêk were

Serokomarê Ukrayna Zelensky di axaftina xweya li gel Seroka Komisyona YE Von der Leyen diyar kir ku wê civîn 3’ê Sibatê li Kîevê pêk were.

Di civînê de, wê piştgiriya aborî û leşkerî bê gotûbêjkirin.

Ofîsa Serokatiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di yekemîn pêwendiya telefonî ya îsal de, Zelensky hûrgiliyên lûtkeyê bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen re gotûbêj kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Aliyan encamên çaverêkirî yên lûtkeya Ukraynayê-YEyê ya ku wê di 3’ê Sibatê de li Kîevê bê lidarxistin gotûbêj kirin û li hev kirin ku xebatên amadekariyê bên xurtkirin.”

Serokan her wiha li ser peydakirina çekên ‘guncaw’ ji Ukraynayê re û bernameya nû ya alîkariya darayî ya 19 mîlyar dolarî jî nîqaş kirin.

Piştî Rûsya 24’ê Sibata 2022’an êrişî Ukraynayê kir û heta niha welatên YE gelek paketên cezayê li ser rêveberiya Moskow sepandiye.

Back to top button