Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê (HERANA) jî ragihand ku heta niha 516 kes hatine kuştin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî, kuştin, darvekirin, girtin û êşkenceyan jî, bê navber dewam dike.

Duh carek din li gelek herêman merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Li bajarê Mihabad merasîma çilrojiya Şemal Xedîr Pur bi tevlîbuna dehan kesan hate lidarxistin.

Di merasîmê de dirûşmeyên dijî desthilatê hatin gotin.

Di heman merasîmê de xwepêşandêran piştgirî dan xelkê Ciwanro.

Hêzên Îranê li kolanên Ciwanro hatin belavkirin

Duh carek din hêzên Îranê li kolanên Ciwanro hatibûn belavkirin.

Duh li bajarê Miyandwa jî Mêhran Şikarî li ser gora xwe hate bîranîn.

Mêhran di Mijdara 2022’yan de li bajarê Kerec ji aliy hêzên Îranê ve hatibû kuştin.

Îro li bajarê Fumen çilrojiya Mêhran pêk hat.

Li gorî bangên hatine kirin jî wê di 5’ê mehê de jî çilrojiya Hamîd Selehşur jî li bajarê Êze pêkbê.

Li aliyek din duh nûçeya kuştina xwepêşanderek bi navê Mehdî Zara Eşkzere belav bû.

Tê gotin Mehdî Zara beriya niha li Tahranê tevlî xwepêşandanan bibû, hatibû binçavkirin û bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

Tevî hemû girtin, kuştin û zextên dewleta Îranê, xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dikin.

HERANA: Heta niha 516 xwepêşandêr hatine kuştin

Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê (HERANA) bîlançoya serhildanê ya ji 16’ê Îlona 2022 heta 2’ê Çileya 2023’an eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê 516 kes hatine kuştin.

Ji van herî kêm 70 kes temenê wan jêr 18 saliyê de ye.

Herwiha 19 hezar û 204 xwepêşander hatine binçavkirin.

Di raporê te gotin heta doh li 161 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li qadan li dijî desthilata Îranê xwepêkandan pêk hatine.

Komera Îslamî ya Îranê bi sûcdariya, “Şerê li dijî xweda” cezayê darvekirinê li beşek ji kesên hatine binçavkirin biriye.

Heta niha ji xwepêşanderan Muhsên Şikarî û Mecîd Reza Rehinewerid hatine darvekirin.

Back to top button