Heyet Tensîq El-Wetenî gefên dawî yên Tirkiyê li dijî Sûriyê bi xeter bi nav kir û ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk banga hevkariyê li artêşa Sûrî û QSD’ê kir.
PYD’ê jî diyar kir ku dewleta Tirk gefeke mezin li dijî Sûriyê ye û aloziya siyasî kûrtir dike.
Bi gurbuna şerê li derdora Idlibê û pêşdeçûna hêzên rejîmê ya li herêmê, serokkomarê dewleta tirk Erdogan careke din dest bi gefên dagirkeriyê kiriye.
Heyet Tensîq a El-Wetenî bi daxuyaniyekê hovîtiya dewleta tirk û sûcên wî yên şer yên li Sûrî bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Heyet Tensîq El-Wetenî destpêkê piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyan re bîr xist û got:
Dewleta Tirk terorîstên cîhanê xwedî kirin û ji bo derbasî Sûriyê bibin deriyê sînor xwe vekir.
Lê bi vê yekê têr nebû û bi xwe dest bi êrîşê kir û axa Sûriyê dagir kir.
Sivîl kuştin û demografiya herêmê jî diguherîne.
Ev êrîş xeteriyeke mezin li ser gelê herêmê çêdike.
Heyet Tensîq El-wetenî: Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê divê artêşa Sûrî û QSD’ê hevkar bin
Heyet Tensîq El-Wetenî dijminahiya li dijî Sûriyê şermezar kir û ev bang kir:
Ji bo dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê bi dawî bibe divê artêşa Sûrî û hêzên QSD’ê hevkar bin.
Her weha bang li gelê xwe dikin ku li pişta hêzên xwe bin û rûmeta Sûriyê biparêzin
Desteya rêveber a PYD: Tirkiyê gefek mezin e li dijî Sûriyê
Desteya Rêveber a PYD’ê jî diyar kir ku dewleta Tirk gefeke mezin li dijî Sûriyê ye û aloziya siyasî kûrtir dike.
PYD’ê diyar kir ku çareseriya siyasî û rêgezên demokratîk tekane rêya çareseriyê ye.
PYD’ê insîyatîfa QSD’ê ya pêşwazkirina koçberên Idlibê jî bi girîng dest nîşan kir û diyar kir ku divê cîhan jî azarên koçberên Idlib, Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî bibîne