Dewleta Tirk 3 gundên girêdayî Qamişlo topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê bênavber didomin.
Dagirkeran 3 gundên girêdayî kantona Qamişlo topbaran kirin.

Îro jî dewleta Tirkiyê ya dagirker berê topên xwe da herêmê û gelek gund topbaran kir.

Artêşa dagirker ji baregehên xwe yên li ser sînor cihekî vala li gundê Til Zîwan ku 13 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Qamişlo ye, topbaran kir.

Beriya vê jî, dagirkeran gundê Til Xatûn ê Êzidiyan û gundê Mela Ebas ê Suryanan yên navçeya Tirbespiyê ya girêdayê kantona Qamişlo topbaran kirin.

Li gorî agahiyên gundiyan dane, di encama topbaranê de tu ziyanên canî yan madî çênebûn.

Back to top button