HEDEP têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo daxuyaniyek lezgîn da

Têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan HEDEP’ê li meclisê daxuyaniyeke lezgîn da.
HEDEP destnîşan kir ku nêzîkatiya li dijî Rêber Apo nêzîkatiya li gelê kurd e û xwest demildest tecrîd were rakirin.
Piştî daxuyaniyê ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin HEDEP serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da.

Fikara gelê Kurd û dostên wan ya ji bo rewşa Rêber Apo her diçe zêdetir dibe.

Têkildarî tecrîdê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan-HEDEP daxuyaniyeke lezgîn li Meclîsê ya li Enqerêyê dan.

Serokwekîla Koma partiyê Sarûhan Olûç ewil axivî û bal kişande li ser redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinê.

Sarûhan Olûç: Di cîhanê de mînakeke wiha nîne

Sarûhan Olûç diyar kir tecrîda li dijî Rêber Apo geşedaneke li dijî mirovahiyê ye û wiha got:

“Di cîhanê de mînakeke wiha nîne.

Yekane mînak heye ew jî tecrîda mutleq a li Îmraliyê ye”

Cengîz Çîçek: Bêhiqûqî û derqanûnî ne tenê li ser birêz Ocalan e

Parlamenter Cengîz Çîçek jî pêkanînên li Îmraliyê weke “dijhiqûqiya herî mezin a dîroka komarê û dîroka mirovahiyê” penase kir.

Cengîz Çîçek got;

Bêhiqûqî û derqanûnî ne tenê li ser Birêz Ocalan e.

Vê desthilatê 25 sal in li Îmraliyê ev tecrube kir; her xebat û çalakiya derqanûnî û bêhiqûqî weke penceşerê li civakê belav bû.”

Çîçek: Nêzîkatiya li dijî birêz Ocalan nêzîkatiya li dijî Kurdan e

Parlementer Cengîz diyar kir ku eger pêkanînên dijminane yên li dijî kurdan neyên berdan wê ev rewş tevahiya Tirkiyê tune bike û wiha dewam kir:

Nêzîkatiya li dijî Rêber Apo nêzîkatiya li dijî daxwaza demokrasî û azadiyê ya gelê kurd e.

Yekser bi şerê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn re têkildar e.”

Cengîz Çîçek bal kişande li ser “qedexeyên” li ser Îmraliyê û got:

Lewma em dibêjin ku li vî welatî derhiqûqtî bûye hiqûq û derqanûntî bûye qanûn.

Ev rejîm bi pêşeroja me tevan dilîze.

Cengîz Çîçek: Rêzê li hemberî mafê hevdîtinê bigirin

Parlementerê HEDEP Cengîz Çîçek bang li dewleta Tirkiyê kir ku rêzê li hemberî mafê hevdîtinê yên Rêber Apo bigrin û wiha bi dawî kir:

“Ji ber pirsgirêka kurd û çareseriya demokratîk em dixwazin birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.

Em ji tecrûbeyên berê dizanin ku di vê mijarê de xwedî roleke krîtîk û dîrokî ye. ”

Ji bo hevdîtin bê kirin HEDEP serî li wezareta dadê ya Tirkiyê da

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin HEDEP serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da.

Back to top button