Fadî Hesen: Bêyî azadiya Rêber Apo pirsgirêkên Kurd çareser nabin

Nivîskar û Akademîsyenên herêmê tecrîda giran a li ser Rêber APO şermezar kirin û gotin:
“Ji bilî ramanên rêber Ocalan ti çareserî ji bo pirsgirêkên gelê Kurd tune ye.
Divê teqez Rêber Ocalan were berdan.”
Jinên Êzidî û Ereb li gundê Barê ya Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan meşiyan û bi daxuyaniyekî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin.

Gelê Kurd xwedî li felsefeya Rêber Apo derket û têkoşîna li dijî tecrîdê dewam dike.

Armanca gel ya sereke jî şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ye.

Gel li dijî Tecrîdê xwedî helwestin ..

Nivîskar Fadî Hesen diyar kir ku Tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêber Ocalan ferz dike van qanûnan binpê dike .

Hesen bal kişand ser armancên ku dewleta Tirk û wiha got:

” Dewleta Tirk ji bo fikrê Rêbe Apo sînordar bike û nehêlê bigîhêje gel tecrîdê giran dike..”

Fadî Hesen tekez kir ku bi fikrên Rêber Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn dikarin bên çareserkirin.

Mihemed Hisên: Divê di zûtrîn dem de azadiya fîzîkî ya rêber Apo pêk were

Akademîsyen Mihemed Hisên jî dibêje :

“Bêyî fikr û felsefeya rêber Ocalan, pirsgirêkên gelên Kurdistanê, nayên çareserkirin .

Ji ber vê yekê, divê di zûtirîn dem de azadiya wî ya fîzîkî pêk were. ”

Akademîsyen û pisporê ekolojiyê Mihemed Hisên li dijî tecrîdê ev bang kir :

Divê rewşenbîr, siyasetmedar û beşên din ên civakê li dijî tecrîdê helwestek yekbûyî û xurt nîşan bidin.

Da ku tecrîd were bidawîkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were.”

Jinên Şengalê: Em dixwazin rêber Ocalan serest bê berdan

Duh êvarê jî jinên Êzidî û Ereb li Şengalê dijî tecrîdkirina Rêber Apo meşek li darxistin.

Jinên ku tevlî meşê bûn ev yek gotin:

” Me bi saya fikrê Rêber APO xwe naskir, em bi saya wî hînê azadiyê bûn, em dixwazin Rêberê me ji girtîgehê derkeve “

Back to top button