Şandeyek ji Bakur serdana Başûr kir

Şandeyek ji Bakur Kurdistanê îro serdana nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê kir. Şandeyê derbarê metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk û yekrêziya kurdî, li gel rewşenbîr, nivîskar û çalakvanên Hewlêrê civiya.

Şandeya bakur û nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê bi rewşenbîr, nivîskar û çalakvanên Hewlêrê re civiya.

Di civînê de ji aliyê beşdaran ve axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn bal kişand ser giringiya têkoşîna ji bo yekrêziya Kurdî û hat gotin tenê bi yekîtiyê kurd dikarin li hember dijminê xwe rawestin.

Her wiha bal hat kişand ser pêwîstiya lidarxistina kongreya netewî.

Di dawiya civînê de di derbarê rewşa dawî ya herêmê, pirsgirêk û binçavkirinan de nîqaş hatin kirin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close