Encamên hilbijartinên Şaredariyê hatin eşkerekirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 1’ê Sibatê de hilbijartinên şaredariyê pêk hatin

Komîsyona hilbijartinê encamên hilbijartinê bi civînekê eşkere kir.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê Elî Ziravikî di civînê de sipasiya gel û kesên ku ji bo pêkhatina hilbijartinê ked dabûn kir û bal kêşande ser girîngiya hilbijartinê.

Elî Ziravikî got:

“Dijmin xeyal dikir ku bi ambargoya ku li ser wargehê daniye wê di nava çend mehan de wargehê vala bike. Lê hilbijartinê xeyalên dijmin vala derxistin.

Vê hilbijartinê nîşan da ku kes nikare vîna gelê wargehê teslîm bigire.

Rêjeya çûyîna ser sindoqan ji carên berê ku dorpêç li ser wargehê nebû zêdetir bû.”

Piştî axaftinê navên Hevşaredarên nû yên wargehê ku Rojîn Bîlen (Hîlalî) û Bedran Pîranî ne û her wiha navên endamên meclisê jî hatin eşkerekirin.

Kesên ku navên wan hatin eşkerkirin, ji bo ku dest bi kar bikin, li pêşberî gel sond xwarin.

Back to top button